Koma MA wê li Enqere, Stenbol û Îzmîrê konseran bide.
Koma MA ya ku di bin banê MA Mûzîkê de kar û barên xwe li Amedê dewam dike, wê li van sê bajaran, derkeve ser dikê û stranên xwe bistirê.
Em wekî KOMA ma
— ma music center (@mamusiccenter1) December 29, 2022
21’ê Çileyê li ENQEREyê,
23’yê Çileyê li STENBOLê
26’ê Çileyê li IZMÎRê ne.
Ji bo ku nebe dereng, ji aniha ve bilêtên xwe bistînin????https://t.co/GPjJfoOM0b@seymeorg @AnkaDilKultur pic.twitter.com/bnGuKIGQtX
Koma MA destpêkê wê li Enqereyê konserekê bide. Koma MA li Enqereyê 21ê Kanûna Paşiyê roja Şemiyê wê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmetî derkeve ser dikê.
Kom li Stenbolê 23yê Kanûna Paşiyê roja Duşemê li Navenda Çandê ya Bariş Mançoyî ya Şaredariya Avcilarê, li Îzmîrê jî 26ê Kanûna Paşiyê roja Pêncşemê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmetî ya Kemeraltiyê wê konseran pêk bîne. (FD)