Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tendirustiyê derbarê rewşa nû ya nexweşiya Covid-19ê ango koronavirusê de daxuyaniyek daye.
Kocayî piştî Civîna Zanistê civînek li dar xistiye û hin zanyariyên nû bi raya giştî re par ve kiriye.
Kocayî destnîşan kiriye û gotiye, "Tirkiyeya me di têkoşîna dijî şewba Covîd-19ê de qonaxa yekem qedandiye. Encam, teşxîs û serkeftina di tedawiyê de nîşana wê yekê ye ku me şewb xistiye bin kontrolê de. Êdî em dikarin di rêveberiya şewbê de di sepanan û polîtîkaya rojane de hin guhertinan bikin."
Wezîr Koca weha pê de çûye: "Şewb di bin kontrolê de lê belê rastiyên derbarê vîrusê de neguherîn. Hê jî malên me jîngehên herî ewle ne, li hember vîrusê. Gefa Covîd-19ê ji holê ranebûye. Pêdivê heta vîrus berê dawîn bê îzolasyonkirin û bê tedawîkirin."
Kocayî ji bo têkoşîna dijî Covîd-19ê jî gotiye, "Serdema nû ne ew serdema asayî ya normalîzebûnê ye. Rîsk didome. Jidestdana kontrolê dê bibe bangheşta pêleke duyemîn. Me ev li gelek welatan dît." (EKN/AY/FD)