Li Iraqê Koalîsyona Bînayê ku bi nêzîkbûna wê ya Îranê va tê zanîn, seba serokwezîriyê Wezîrê Ragihandinê yê berê Mihemed Tewfîq Ellawî di serî da 3 namzed derxistin.
Wezîrê Ragihandinê yê berê Ellawî daxuyaniya nivîskî daye û gotiye ku Koalîsyona Bînayê Korgeneralê teqawid Ebdulxanî el-Esedî, parlamenterê berê Korgeneral Tewfîq el-Yasîrî namzed da nîşan.
Ellawî diyar kiriye, nîşandana nemzediya van navan mizginiyê dide ku welêt wê di demek nêz da ji krîzê derkeve.
Ellawî diyar kir ku ew dixwaze yek ji van namzedan bibe serokwezîr û bal kişand, ev her 3 namzedên ku Koalîsyona Bînayê da nîşan, daxwaza xwepêşandêrên aştîxwaz e.
Tewfîq Ellawî kurapê Iyad Ellawiyê Serokwezîrê berê ye û di navbera salên 2010-2014an da di hikûmeta duyemîn a Nûrî Malîkî da wezîrtiya ragihandinê kiribû.
(MB)
*Çavkanî: İbrahim Atmaca/AA