“Kirîn û kirêkirina her tiştî dê bivê-nevê bi Lîreyên Tirkan be”
Biryara serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî li Rojnameya Tirkiyeyê hatiye weşandin. Li gor biryarnameyê li Tirkiyeyê kirîn û kirêkirina her tiştî mecbûr e bi TL(Lîreyên Tirkan) be.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Biryara serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî li Rojnameya Tirkiyeyê hatiye weşandin. Li gor biryarnameyê li Tirkiyeyê bivê-nevê kirîn û kirêkirina her tiştî dê bi TL(Lîreyên Tirkan) be.
Biryarname ji bo “guhertina qanûna parastina qedrê pereyê tirkan hatiye weşandin.”
Bi tenê heke Wezareta Xezîne û Maliyeyê biryarê bide, ji bo wan kiriyarên wezaretê biryar dayî pereyên dî jî dê bê şixulandin.
Li gor biryarnameyê bivê-nevê divê hemî hevpeymanên ne li ser Lîreyên Tirkan hatî kirin bêne guhertin.
(EKN/MB)
Wêne: Pêşangeha “Ya firotinê-ya kirêkirinê”
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.