Fotograf: Facebook
Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, Serokê Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê, Serokê Kurdên Qazaxistanê (Berbang) duh bi şev koça dawî kiriye. Mîrzoyev beriya 20 rojan bi nexweşiya Covid-19ê ketiye û ji ber rewşa wî xirab bûye li Nexweşxaneya Almaatayê ya Qazaxistanê dihate dermankirin.
Cenazeyê Mîrzoyevî wê li Almaatayê bispêrin axê.
Piştî zanyariya koça dawî ya Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyevî gelek rayedar û saziyên kurdan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî xemgîniya xwe nivîsandine.
Nivîskar, lêkolîner û kedkarê ziman, çand û dîroka Kurdî profesor #KinyazêÎbrahîm, ji ber nexweşiya Covid-19’ê ji nav me bar kir, sed korayî. Serê malbat û hezkiriyên wî, serê gelê me sax be. Yezdanê dilovan, bi rehma xwe şa bike. pic.twitter.com/XXjzPNTtLw
— HDP Kurdî (@KurdiHDP) August 8, 2021
Ji bo koça dawiyê ya Xwedê jê razî Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan û Serokê Yekîtiya Kurdên Kazaxistanê, behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesûkar û hevalên wî dikim, hevparên xema wan im. Ewê hertim di bîra me de bimîne.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) August 8, 2021
Dildarê mezin ê Kurdistanê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm bi mixabinî îşev jîyana xwe guhast. Em xwe hevpara xema malbat û hezkirîyên mamosteyê mezin dizanin.#KnyazMirzoev pic.twitter.com/o3t4iSVAKt
— Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (@EnstituyaKurdi) August 8, 2021
Yek ji xemxurên Kurdî Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mirzoyev îro çû li ser dilovaniya xwe.
— Tora Ziman û Çanda Kurdî (@torazimanucand) August 8, 2021
Serê gel û malbata wî sax bibe. pic.twitter.com/GOtqEFJnbs
Derbarê Prof. Dr. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyevî de
1ê Gulana 1947an li Ermenîstanê ji dayik bûye. Beşa fîlologiyê li Zanîngeha Ermenîstanê xwendiye û paşê têza xwe ya doxtoriyê li ser têkiliya Edebiyata Kurdî pêşkêş kiriye, demeke dirêj di zanîngehê de serpereştiya ziman û edebiyata cîhanê kiriye. Ji bilî çapkirina 30 pirtûkan, 600-700 nivîsên wî li ser çand, dîrok, ziman, û wêjeya kurdî hene. Nivîs û pertûkên wî bi zimanên rûsî, azerî, ermenkî, tirkî û çend zimanên din hatine çapkirin. (FD)