Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh maseya şeş alî ji bo namzetê serokomariyê bi qasî şeş saetan civiyan. Di civînê de piraniya aliyan ji bo namzetiya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu lihevkirine. Piştî vê Kiliçdaroglû dest bi civînên bi çepgiran re dike.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dê îro (3ê Sibatê) bi Endamê Lijneya Serokatiya Giştî ya Partiya Çep Onder Îşenler re li navenda partiyê û piştre jî bi Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê Erkan Baş re li Parlamentoyê bicive.
Piştî civînê, Meral Akşenerê biryar daye ku bi parlamenter, endamên serokatiya dîwanê, serşêwirmend û lijneyên rayedar re li Navenda Giştî ya partiya xwe têkildarî mijara namzetê serokomariyê bicive.
Li gorî nûçeya Halk TVyê Serokê Giştî yê CHPê dê îrı du hevdîtinan pêk bîne. Kiliçdaroglu dê di saet di 13:30an de li Navenda Giştî ya Partiya Çepê bi Serokê Lijneya Serokatiyê re, saet di 14:30an de jî bi Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê Erkan Baş re li Parlamentoyê bicive.(AEK/AY)