Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di komcivîna partiya xwe de axivî û derbarê mijarên di rojevê de ne nirxandinên xwe anîn ziman.
Rojhilata Navîn
Kemal Kiliçdaroglu di axavtina xwe de bertek nîşanê gotinên Serokomar Tayyip Erdogan ku derbarê operasyona rizgar kirina Mûsilê de gotibû planên me yên "A, B,C" jî hene da û wiha got: “Kesên ku perpirsyariya wî nîne dibêje, kî dibêjê serokomar dibêjê. Tu çima Tirkiyeyê dixî zorê.”
Herwiha serokê CHPê polîtîkayên Tirkiyeyê ya derve rexne kir û got:
‘Ewil pirgirekek li Rojhilata Navîn derdiket ji bo çareseriyê, serî li Tirkiyeyê didan, niha jî çavkaniya pirsgirekan Tirkiye ye. Serokên eşîran jî Tirkiye biçûk dixin.'
Nîqaşên derbarê seroktiyê de
Kiliçdaroglu derbarê nîqaşên sîstema seroktiyê de wiha got:
“Dibêjin em makeqanûnê biguherînin û makeqanûneke li gorî vî kesî çêbikin. Gelo ji bo vê jî îtirazê bike em ê çibikin? Ez ji Birêz Bahçeli rica dikim ku bila were em vî kesî (Erdogan) bikin qiral. Em kanaleke TVê jî jê re amade bikin ku bila sibe û êvar ji xwe re biaxive.”
“Divê ew kesê ku bûye serokwezîr, têkiliya xwe ji her partiyê bibire. Wî kesî ji xwe têkiliya xwe nebiriye. Gelo tu ev qas hukm û rayeyê bo çi dixwazî?
(AS/YO)