Li parêzgeha Amedê diyardeya jêkirin û firotina kevirên Sûra Amedê derketiye holê. Xelkê Amedê nîgeran in û di wê baweriyê de ne ku eger rê li ber vê diyardeyê neyê girtin, wê demê dê wêrankariyeke mezin li pey bê.
Li gor nûçeya Mehdî Mutluyî ya li Rûdawê hatî weşandin, kevirên 5 hezar salî yên Sûra Amedê ku remzên şaristaniyên dîrokî lê neqşandî ne ji aliyê kesên nediyar ve têne jêkirin û li bazaran bi buhayeke erzan têne firotin.
Sûra Amedê tevî ku di Lîsteya Daîmî ya Kelepûrên UNESCOyê de ye, bûye armanca talankirinê û ji aliyê kesên nenaskirî ve kevirên wê bi şev tên dizîn.
Akademîsyen, Azîz Yagan dibêje, rûxandina Sûra Amedê di van demên dawiyê ne rûxandinekî asayî û xwezayî ye û diyar dike: “Weke ku hûn jî dibînin ev rûxandineke ne xwezayî ye, bi awayeke aşkere xûya dike ku kevirên dîrokî ji dîwarên Sûrê têne qutkirin û têne dizîn.”
Di pêvajoya şerê li 6 taxên Sûrê de wek sûrên Kelha Amedê 720 xaniyên ku ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bajarsaziyê ve wek xaniyên dîrokî hatibûne pesendkirin, ji nav çûbûn, niha kevirên wan xaniyên dîrokî û Sûra Amedê li bazarekî qerexa çemê Dîcleyleyê bi awayekî ne yasayî têne firotin.
(MB)
*Çavkanî: Rûdaw