Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nêzîkî peravên Kîlyosê keştîya leşkerî ya Rûsyayê û keştiya ku barê wê heywan bûn li hev ket. 78 kesên di keştiya leşkerî de hatine xelaskirin. Di heqê man û nemana heywanan de agahî zelal nebûne.
Hêzên Seravî yên Emniyetê daxuyand ku hemî leşkerên di keştiya leşkerî de bi saxî hatine xelaskirin.
Li gor agahiyên bi daxuyaniyê hatîn eşkerekirin keştiya leşkerî bin-av bûye.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji Ajansa Nûçeyan Tassê re daye zanîn ku “keştî di 27ê Nîsanê de li cihek 40 kîlometreyan ji Stenbolê dûr e, li Behra Reş li keştiya bi navê Aşot 7ê ketiye û binav bûye.”(YY/MB)