Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî têkildarî rêpêdana seferan a ji bo kesên temenê wan 65 û berjortire daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Li gor biryarnameyê kesên di 3 salên dawîn da endamên laşê wan û mixê nava hestiyan hatibin guhertin û nexweşên diyalîzê bin nikarin serî belgeya rêpêdanê bixin.
Kesên 65 salî û berjortire ji bo bikaribin "Belgeya Rêpêdana Seferan” bigirin mecbûr nînin ku herin saziyên tenduristiyê, Walîtî yan jî Qaymeqamtiyê.
Serlêdanên ji bo "Belgeya Rêpêdana Seferan" wê li ser "Xeta Alîkariya Civakî ya Wefayê-Alo 199" yan jî "e-Devlet"ê bên kirin.
Kesên 65 salî û berjortire herî zêde ji bo 6 kesan dikarin serlêdana belgeya rêpêdana seferê bikin ku xizmên wan yên nêzik bin û di heman rewşê da bin.
Kesên 65 salî û berjortir "Belgeya Rêpêdanê" wê di rêwitiya otobês, balafir, tren û wesayîtên taybet da bikarbînin. (SO/AY/FD)
Çavkanî û Fotograf: AA