Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
4 kesên ku bi tohmeta êrîş birine ser rojnameger Sabahattin Onkibari, piştî derketine pêşberî dadgehê, bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan.
Tohmetbar İ. A, İ. Y, İ. U, û İ. K, piştî ku li midûriyeta asayişê îfade dane, polîsan ew birine dadgehê. Pêşiyê derketine pêşberî dozgeriyê ku dozgerî îfadeya wan wergirtiye û bi daxwaza girtina wan, ew şandine ber destê heyeta dadgehê.
Dadgehê gumanbar bi şertê kontrola edlî serbest hiştiye.
Çi bûbû?
Onkibar, 25ê Gulanê di saetên êvarê de dema diçû mala xwe rastî êrîşê hatiye. Wesayitekê 300 metre nêzîkî mala Onkibarî, pêşiya wesayita wî girtiye û sê kesan li wî dane. Onkibar çûye nexweşxaneyê û ji bo 10 rojan rapor standiye ku nikari kar bike.
Onkibari giliyê êrîşkaran kiriye û li gorî îfadeyên şahidan wesayita êrîşkaran hatiye tespîtkirin.
Onkibarî di daxwaznameya xwe ya gilîkirinê de diyar kiriye ku êrîşa li ser wî piştî daxuyaniya Devlet Bahçeli, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) çêbûye.
Di du hefteyan de 5 rojnameger rastî êrîşê hatine
Du du hefteyên dawiyê de 5 rojnameger rastî êrîşê hatine. Ew ev in:
Yavuz Selim Demirag, nivîskarê rojnameya Yeniçagê; İdris Ozyol, rojnamegerê lêkolînan li Antalyayê; Ergin Çevik, Berpirsê Weşanê yê malpera Guney Haberci ya ku li Antalyayê weşanê dike, Hakan Denizli; Xwediyê rojnameya Egemen a li Edeneyê weşanê dike. (AO/FD)