Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî giştînameya têkildarî şert û mercên îzolasyonê ji 81 walîtiyan re şandiye. Giştîname ji bo kesên ku bi Covîd-19ê ketine û şert û mercên îzolasyonê pêknahînin û metirsiyê çêdikin e.
Li gorî giştînameyê kesên ku di mal de şert û mercên îzolasyonê pêknehînin û bin pê bikin, dê pêvajoya xwe ya karantînayê di pansiyon û wargehan de temam bikin.
Walî dê fermanberekî îdarî ji bo rêvebirina pansiyon ango wargehan dîyar bike û wê bi kordînasyona giştî ya wî fermanberî li gel rêvebirên berê wargehan bi rê ve bibe.
Derbarê kesên ku şert û mercên îzolasyonê pêknahînin û binpêkirine de wê li gorî Xala 195ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) gilî bê kirin. Ev kesana ji bo pêvajoya îzolasyonê temam bikin ji bo wargeh û pansiyonên ku ji aliyê walîyan ve hatiye diiyarkirin wê bên şandin.(RT/AY/FD)