Fotograf: Google Maps
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Hewldana êrişa çekdarî li dijî navenda Zeytînbûrnûyê ya Rojnameya Îstiklalê pêk hatiye.
Bûyer duh piştî ku êrişkarê bi navê T.T. çûye avahiyê û ketiye odeya Hûseyîn Arîf Çakmak, Berpirsê Weşana Rojnameyê pêk hatiye. Êrişkar ji berpirsê weşanê 2 mîlyon TL xwestiye.
Êrişkar ji aliyê kêsên li wir bûne û polîsên hatine cîhê bûyerê, hatiye sekinandin. Ekibên polîsan li ser êrişkar û nava wesayîta wî de tifing, demançe û şarjor bi dest xistine.
Cara duyeme serbest dimîne
Rojnameyê nivîsandiye ku di sûcê firoştina madeyên hişber û talanê de sebiqeya êrişkar heye û çend roj pêş serdegirtina rojnameyê dîsa li kargeha Huseyîn Çakmak, berpirsê weşanê kul i Gebzeyê ye wesayît xesp kiriye.
Cendirmeyan midaxeleyî bûyerê kiriye û piştî desteserkirinê êrişkar serbest berdane.
Piştî êrişa rojnameyê dozger bi daxwaza girtinê êrişkar T.T. sewqî dadgehê kiriye û dadgehê ew serbest hîştiye. Çakmakî gotiye, “ Ji bo ku ew were girtin divê kesek bimire.”
(HA/AY)