Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ajansa Anadolûyê daye zanîn ku ji ber êrîşa li Konsolxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê hatî kirin kesek hatiye desteserkirin.
Kesekê ji wesayiteka spî li avahiya konsolxaneyê reşandiye. Guleyek li cama nobedarên konsolxaneyê ketiye. Ji ber êrîşê ti kes birîndar nebûne û nehatine kuştin.
Berdevkê serokkomariya Tirkiyeyê İbrahîm Kalinî daye zanîn ku "ev êrîş ji bo tevlihevkirina civakê hatine kirin."
Hêzên Çekdar ên Dewletê qalikên gulleyan kom kirine.
(TP/MB)