EDENE
Kesa ku teqemenî danîbû ber avahiya HDPê serbest bûye
Piştî îfadeya li dozgeriyê A.C. şandine dadweriya cezê û aştiyê ya nobedar. Dadweriyê bi şertê kontrola edlî A.C. serbest berdaye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Edeneyê, jina bi navê A.C. ya ku teqemenî û sotemenî danîbû ber avahiya ku HDP û Partiya Çep a Kesk bi hev re bikar tînin, derxistine pêşberî dozger.
Hatiye daxuyandin ku A.C. li Nexweşxaneya Nexweşiyên Derûnî ya Ekrem Tok ya Edeneyê tê dermankirin. Piştî karên li Midûriyeta Şaxa Asayîşê A.C. birine edliyeyê.
Li gor nûçeya AAyê hatiye îdiakirin ku A.C.ya 26 salî ya ku hatiye desteserkirin derûniya wê ne baş e û hişê wê li serê wê nîne.
Piştî îfadeya li dozgeriyê A.C. şandine dadweriya cezê û aştiyê. Dadweriyê ew di şertê kontrola edlî serbest berdaye.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.