Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya "Hevdîtina Helalkirinê" de çûye Şirnexê. Hevjîna Kiliçdaroglû Selvî Kiliçdaroglu, Şêwirmendê Koordînator yê Serokê Giştî yê CHPê Erdogan Toprak û Parlamenterê CHPê yê Enqereyê Levent Gok ku 15 mehan di Lijneya Qilabanê ya ku di bin banê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê da hatibû avakirin de wezîfedar bûye di heyeta ku bi Kiliçdaroğlûyî re bûye.
Kiliçdaroglû û hevjîna xwe û şandeya pê re li Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya li Cizîra Şirnexê hatine pêşwazîkirin. Kiliçdaroglû û şandeya pê re piştî pêşwazîkirinê derbasî gundê Roboskiyê bûye.
“Ev ne dewleta min e”
Kiliçdaroglû li hewşa mala Sedîk Encu bi malbatan re civiya û kêliyek sohbet kir. Di vê kêliya sohbetê de dayikek Roboskiyê gazinên xwe anîye ziman û got: "Ev dewlet ne dewleta min e. Hem zarokên me hatin qetilkirin hem jî bi hêceta sînor derbas kirine 60 hezar lîre cezayê pere birîn. Pênc lîreyê di berîka min de heye. Ez ê çawa 60 hezar lîreyê razînim."
“11 sal in em li edaletê digerin”
Zekî Encu yê li ser navê malbatan axivîye û wiha gotiye: "Hatina we ya vir me bextewar kir. Heta ku edalet neyê Roboskiyê dê edalet neyê Tirkiyeyê. 11 sal in em li edaletê digerin. Em dixwazin hûn di îktidara xwe de vê pirsgirêkê çareser bikin."
Kiliçdaroglû: Ez ji bo soz dayînê hatime
Piştî serdanê Kiliçdaroglû daxuyanî daye. Kiliçdaroglû daye zanîn ku hê jî li Roboskiyê êşa malbatan taze ye û gotiye: "Heke edalet were welat divê ev êş saxkirin. Pêwîste bûyer were ronîkirin. Ji bo ez soza ronîkirina vê bûyerê bidim hatime vir. Divê edalet hebe û bûyer bê ronîkirin. Piştî ku bûyer ronî bibe, helalkirin dikare pêk were. Mirî dê paşve neyên. Ez di ferqa vê yekê de me. Em hemû jî viya dizanin. Lê belê divê bi awayek êşa malbatan were aşkirin. Hê jî dayik bi êşa ewladên xwe dijîn û edaletê ji me dixwazin. Em ê vê edaletê bicih bînin. Anîna edaletê wezîfeya me ye. Heke em edaletê pêk bînin, wê çaxê civak dikare hev hembêz bike, aramî çêbe û aştiyê bixin nava civakê. Berevajî vê yekê êşa nava dilê dayikan kêm nabe û dê kêm nebe."
Encû: Bi tu awayî edalet nehatiye Roboskiyê
Di daxuyaniyê de Bariş Encu yê ji Roboskiyê jî axivîye û gotiye piştî qetlîamê bi tu awayî edalet bicih nehatiye. Encu bi bîr xistiye ku gele kes hatine Roboskiyê û wiha gotiye: "Ji me re gotin, 'em ê viya bikin û wiha bikin'. Lê tiştek nekirin. Soz dan me lê belê tu tiştekî nekirin. Ez birayê Vedat Encu me. Hûn van malbatan dibînin, her yek ji wan xeyalek wan cuda heye. Hemû malbat mexdûr in. Ji me re dibêjin 'hûn çima tazmînata xwe wernagirin'. Tu neçarî kar bidî min, tu neçarî mafê jiyanê bidî min. Lê mixabin mafê jiyanê nadin me. Ez di sala 2018'an de ketim girtîgehê. Ez ji bo vê bûyerê ketim girtîgehê û 3 sal û 8 meh ceza dan min. Ez 4 meh berê ji girtîgehê derketim. Ez hatim û min ji Qeymeqamiya Qilebanê alîkarî xwest. Pêdiviya min a ji bo alîkariyê heye. Lê hûn dizanin ji min re gotin çi, gotin, 'biçe tazmînata xwe werbigire, bibe karmen, xwe rizgar bike'. Heta ku edalet neyê ez ê çawa tazmînatê bigirim?"
Encu ji Kiliçdaroglû re wiha gotiye: "Tenê xwestekek me ji te heye. Bila tenê gotinên we li ser sozê nemîne. Her kes hat vir û soz da lê hûn hêsirên çavê dayikên me dibînin. Her şev dayika min diçe li nivînê lawê xwe dinêre lê lawê wê ne li wir e. Edaleta Tirkiyeyê di Roboskiyê re derbas dibe. Heta ku pirsgirêka Roboskî çareser nebe, ne mimkin e li Tirkiyeyê edalet û biratî pêk were. Bila kes ji me re çîrokên nebêje. Em hemû kes dizanin çi rastiye û çi derew e. Em tenê edaletê dixwazin."
Çi bûbû?
Di 28 Kanûna Pêşiya ya 2011ê de, balafirên şerî yên TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirkan) bombe baradibû ser 35 welatiyên ji gundê Robozik û Bêcihê yên navçeya Qilabanê ya bajarê Şirnexê û ew kuştibûn.
281 xizmên wan welatiyên hatîn kuştin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn daye lê dadgehê serlêdana wan qebûl nekiriye. Li ser vê yekê welatiyan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû. (AY)