Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Kemal Gûnê 70 salî ji bo hestiyên kurê xwe bistîne 90 roj bûn ku di greva birçîbûnê de bû. Wî îro hestiyên kurê xwe standin û dest ji grevê berda.
Vê sibeyê li Cemgeha Xozatê hestiyên kurê Gûnî teslîmî wî bû.
Piştî binaxkirina hestiyan Kemal Gûn dê bê dermankirin
Engîn Gokoglûyê parêzer, eşkere kir ku îro li Goristana Xozatê hestiyên kurê Kemal Gûnî dê bê binaxkirin. Kemal Gûnî dest ji greva birçîbûnê berda lê piştî binaxkirina hestiyên kurê wî, ew ê bê dermankirin.
Walîtîya Dêrsimê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hestî ji bo malbata Gûnî hatine teslîmkirin.
Çi bûbû?
Di 7ê Mijdara 2016an de li herêma Çat ê ya di navbera Dêrsimê û navçeya Xozatê de di encama bombebarana Hêzên Çekdar ên Tirkan de 11 milîtanên Partî/Eniya Rizgariya Gel a Şoreşger (DHKP-C) hatibûn kuştin. Yek ji wan jî Mûrat Gun ê 28 salî bû.
Kemal Gun, bavê Mûrat Gun ji bo ku cenazeyê kurê wî bidin ê, di 28ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Di dema ku greva birçîbûnê berdewam dikir de piştî serlêdana parêzeran malbat birin stargeh a hatiye bombebaran. Kemal Gun diyar kir ku wan li wir hin hestî û cil dîtine û çi tiştên ku dîtine radestî cendermeyan kirine.
Hin cenazeyên milîtanan ku di encama testa DNAyê de nasnameyên wan hatin diyarkirin, ji Saziya Tipa Edlî ya Malatyayê radestî malbatên wan kirin, lê cenazeye Mûrat Gun hîna nehatiye tespîtkirin û cenaze radestî malbate nehatiye kirin.
Kemal Gun ê ku kurekî wî yê din jî di 4ê Nîsana 2016an de li Geyiksû ya Dêrsimê hatibû kuştin dixwaze goristaneke kurê wî Mûrat Gun hebe. (AS/FD/MB)