Li Selîma navçeya Qersê hespên ku zivistanê li ser berfê di werzîşa cirîdê da tên emilandin ji bona qêleqij û kelekela havînê tesîrê li wan neke di çeman da tên hênîkkirin
Werzîşa cirîdê li navçeya Selîmê û gundên wê hê jî zivistanê li ser berfê tê kirin.
Li Qersê werzîşa cirîdê bi taybetî zivistanê tê kirin û turîstên biyanî û xwemalî eleqeyeke mezin nîşan didin.
Ji ber ku werzîşa cirîdê zivistanê tê kirin hespên cirîdê jî piranî di tewlan da ne û di rojên germ da ji bona qêleqij û kelekela havînê tesîrê li wan neke di çeman da tên hênîkkirin û li mêrgan yan jî di nav avê da tên bezandin.
Li Kekeça gundê navçeya Selîmê jî ku car caran germahiya hewayî ji 30-35 pileyî derbas dibe hespên xwe ji bona hênîk bikin her roj dibin dikin ava çêm.
Serokê Kulûba Werzîşa Hespan ya Kafkasê ya Qersê Selçuk Başkaya destnîşan kir beriya zivistanê ji bona hespên cirîdê xam nebin di avê da dibezînin.
Başkaya diyar kir xwedîkirina hespên cirîdê zehf girîng e û wiha got: "Ji ber ku hewa germ e di kelekelê da hesp di tewle û goman da îdare nakin. Him ji bona xam nebin û him jî ji bona hênîk bibin em hespên xwe dikin nav ava çêm. Em hespên xwe di avê da dişon û didin bezandin."
"Em hespên xwe ji bona zivistanê hazir dikin"
Selçuk Başkaya diyar kir bi taybetî zivistanê ji bona turîstên biyanî û xwemalî pêşbaziyan çêdikin û wiha axivî: "Em bi taybetî zivistanê cirîdê dilîzin û hespên me di hundir da ne. Zivistan tê û em hespên xwe ji bona zivistanê hazir dikin."
Ji werzîşvanên cirîdê Kenan Tepe destnîşan kir ji bona ku hespên wan havînê di hundir da ne di nav avê da him hênîk dikin û him jî ji bona xam nebin di nav avê da dibezînin.
(MB)
*Çavkanî: Nihat Kavşut | AA