Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Keleka penaberan nêzîkî navçeya Dîkîlîyê ya bajarê Izmîrê binav bûye. Çar kes mirine şeş kes winda ne. Du kesan melevanî kirine û xwe gihandine bejîyê, hêzên gihandina hewarê kesek xelas kiriye.
Siet 6.60ê sibeyê kesek bi melevanî gihaye bejiyê û ji hêzên ewlehiyê re gotiye ku ew keleka ew tê de bina-av bûye. Li ser vê yekê hêzên ewlehiya berbehran dest bi lêgerînê kiriye û kesek xelas kiriye.
Hê jî ti xeber ji deh kesan nehatiye standin.
Bixwîne - Li Kuşadasiyê kelekek noqî avê bûye: 9 kes mirine
Ji wan 15 penaberan 14 penaber ji Afganî bûne û penaberek jî ji Îranê bûye.
70 milyon penaber
Li gor rapora Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî(UNHRC) di sala 2017ê de jimara wan kesên ji warê xwe bûyîn gihaye serjimara Taylanê ku li Taylanê 70 milyon kes dijîn.
NY: Ji 4 hejaran zêdetir penaber mirine
Di behra Egeyê de sala 2015ê 806, sala 2016ê 434 û sala 2017ê 61 penaber mirine.
(TP/MB)
Wêne: AA