Wêne: Ercan Altuntaş
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di “Doza Kobaniyê” de dewam kiriye.
Dadgehkirin li 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hatiye ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ye. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên girtin beşdarî dadgehkirinê bûne. Her weha siyasetmedarên li girtîgehên cida jî bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdar bûne.
Serokê heyeta dadgehê ji ber ku rapora nebeşdarbûnê standibû ne li dadgehê bû û yek ji endamên heyetê dadgehkirin birêve biriye.
Hejmara girtiyan gihîştiye 21an
Dadgehkirinê bi diyarkirina nasnameyan destpê kiriye û paşê serokê heyeta dadgehê derbarê dokûmanên ketine nava dosyayê de zanyarî dane. Her weha dosyayên Gultan Kişanak, Hevşaredara Amedê ya kayûm li şûna wê hatibû tayînkirin û Sebahat Tûncel, Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bûne yek xwendiye. Serokê heyetê diyar kiriye ku Aynûr Aşa, aktivîsta jin hatiye girtin. Di danişînên borî de biryara zeftkirina Aşanê derketibû. Piştî girtina Aşanhe, hejmara girtiyên di dosyayê de bûye 21.
Aşan ji girtîgeha lê ye bi rêya SEGBISê beşdarî danişînê bûye û bi kurdî axiviye. Aşanê gotiye ku îdianame jê re neşandine û ew ji bo parastinê demê dixwaze.
Paşê ji siyasetmedarên girtî xwestiye ku derbarê esasê dosyayê de paraznameyên xwe pêşkêş bikin.
Meryem Adibellî, endama Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya HDPyê ya berê bi kurdî axiviye. Adibelliyê diyar kiriye ku ji bo ew parastina xwe bike amade ye lê ji ber nebûna serokê heyeta dadgehê ew ê vê hefteyê paraznameya xwe pêşkêş neke.
Serokê heyetê wiha gotiye: “Ne diyar e ku wê serokê heyetê kengî were. Ne diyar e ku wê kengê baş jî bibe. Ji ber vê yekê parastina xwe bikin.” Lê Adibelliyê biryara xwe dubare kiriye.
Parêzer Kenan Maçoglûyî wiha gotiye: “Miwekîlên me dixwazin di danişîna ku serok lê hebe parastina xwe bikin.”
Serokê heyetê dîsa gotiye: “Serok beg emeliyat bûye, ne diyare ku wê kengê were. Yanî vê hefteyê nayê.”
Parêzeran xwestiye bi miwekilên xwe re biaxivin. Serokê heyetê jî ji bo ev daxwaz pêk were, navber daye dadgehkirinê.
Piştî navberê serokê heyetê yê demkî gotiye ku serokê heyetê emeliyat bûye û ji ber vê wê mehek an jî du mehan neyê.
“Nayê zanîn bê ka şahid çawa peyda kirine”
Parêzer Kenan Maçoglû axiviye û derbarê dokûmanên di dosyayê de ne wiha gotiye:
“Sê daxwazên me yên esasî hene. Ji serî de ye ku li lêpirsînê de fen û fût hatine kirin. Di vê dosyayê de sê şahid heke ku têkiliyê di navbera HDP û bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşiyê de çêdikin. Lê ne di îdianameyê ne jî de fezlekeyên lêpirsînê de bi ti awayî tiştek nehatiye gotin ku bê ka ev şahid ji ku hatine dîtin. Me ev tişt xwestibû lê bicih nehatine. Em careke din dixwazin ku bila were lêkolînkirin bê ka Ûlaş, Mahîr û Kerem Gokalp, şahidên nepen çawa ketine nava dosyayê.
“Me goibû ku dozgerê danişînê dixwaze delîlan ava bike. Di wê meha ku girtî bû qey kesekî din çûye cem wî, wî jî hatiye îfade daye. Em dixwazin hemû dosyeya Kerem Gokalpî were. Em dixwazin bipirsin bê ka kê li girtîgehê serdana Gokalpî kiriye.”
Parêzer Arîf Alî Cangiyî jî plana çalakiyê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya derbarê Demîrtaşî de bibîr xistiye.
Heyeta dadgehê biryar daye ku dadgehkirin sibê saet di 10.00ê de dewam bike. (AS/FD)