Hunermendê kurd Kayhan Kalhor hêjayî xelata Giyanê Mirovahiyê ya Issac Stern a 2008ê hatiye dîtin.
Kalhor sala 2017ê Baştirîn Xelata Albuma Muzîka Cîhanê ya Grammyê standibû.
Muzîkjenê kurd Kalhor, li gel Koroya Cotkaran a Xiaoshuijing Miao hêjayî standina xelatê hatiye dîtin. Ev koro ji hêla cotyarên li Eyaleta Yuananê ya li Başûrê Çînê ne hatiye avakirin ku heftê sê çar caran konsertan çêdikin.
Xelat ji bo wan kesan an jî koman tê dayîn ku bi rêya muzîkê mirovahiyê bi pêş dixin.
Xelat ji sala 2016ê û vir ve tê dayîn û kesên hêjayî vê xelatê tên dîtin 10 hezar dolaran distînin. Li gorî vê wê Kayhan Kalhor û Koroya Cotkaran vê xelatê di nava xwe de par ve bikin.
Derbarê Kayhan Kalhorî de
Sala 1963yê li Kirmanşahê ji dayik bûye. Li kemançeyê dide.
Heft saliya xwe dest bi muzîkê kiriye. Di Orkestraya Televizyon û Radyoya Netewî ya Îranê de xebitî ye.
Ji gelek kesan dersa muzîkê girtiye. Dema 20 salî bûye li gel Muhammed Riza Lutfî muzîkjenê Îranî di karê xwe de berdewam kiriye.
Paşê li cihên weke Roma û Ottawayê li ser muzîkê kar kiriye. Her weha li New Yorkê li zanîngehekê dersên muzîkê dide.
Yek ji endamên bingehîn ên projeya Rêya Hevrişîmê ya Yo-Yo Ma, muzîkjenê navdar ê çînî ye.
Her wela li gel hunermendên weke Alî Ekber Mûradî Aynûr Dogan, Erdal Erzîncan, Ulaş Ozdemîr, Shujaat Husain Khan, Swapan Chaudhurî, Şahram Nazerî û gelekên din xebitî ye û konser daye.
Ji dehan zêdetir album derxistiye. (FD)