Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamentoya Ewropayê dê vê hefteyê biryarê bide ka ew ê kirina mûzakereyên bi Tirkiyeyê re bidomîne an na. PEyê ji sala 2005ê ve dest bi mûzakereyan kirirye.
Endamên PEyê dê ji bo sekinandin an jî domkirina mûzakereyan dengan bidin.
Rapornivîsa li ser Tirkiyeyê raporan dinivîse ya Parlamentoya Ewropayê, Katî Pîrîyê gotiye: ‘’Ji bo mûzakere bê sekinandin xeta sor a Ewropayê anîna cezayê îdamê ye. Anîna cezayê îdamê dê welê bike bi fermî mûzakere bêne sekinandin.’’
Divê dîyalog bidome
‘’Di PEyê de heşt grûbên siyasî hene her heşt grûban jî xwestin ku divê ji bo mûzakereyan gav bêne avêtin.
‘’Ez jî tê de hinekan xwest mûzakere bêne sekinandin. Hinekan xwest bi paş ve bêne kişandin û hinekan xwestin bê domandin.
‘’Di vê astê de ne mûmkin e Tirkiye bikeve di Yekîtîya Ewropayê de. Heke di vê astê de em bi hêz tevnegerin çêdibe ew welatîyên dixwazin Tirkiye bikeve di Yekîtîya Ewropayê de piştgirîyê êdî nede me.
‘’Her heşt grûbên di Yekîtîya Ewropayê de hemfikirin ku divê mûzakereyên digel Tirkiyeyê bidome. Lê belê ez dibêjim divê dîyaloga digel Tirkiyeyê bidome.’’
“Serdestiya hiqûqê, rêzgirtina li azadiya xwe-îfadekirinê”
“Em ê bangî rêberên YEyê bikin û bibmjin heta em normalbûna Tirkiyeyê nebînin divê em mûzakereyan bi demkî bisekinînin. Yanî [heta em bibînin] ew rêzê li azadî û serdestiya hiqûqê digire...
(AS/MB)