Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikine
Li Rihayê di meha Çiriya Paşiya sala berê de piştî ku karkerên Ûgûr Tekstîlê bûn endamê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya serbi DISKê li kar hatibûn derxistin. Piştî çalakiyên karkeran xwediyê kargehê ji wan re gotibû ew ê wan dîsa bigirin kar. Li ser van gotinan jî karker negirtibû kar. Karkeran roja Şemiyê li pêş Optîmûm Edeneyê ku mixazeya Zarayê li wir e û kargeha wan ji bo Zarayê hildiberîn e daxuyanî daye.
Karkeran ragihandine ku Zara û ÎndustrîALL(Sendîkaya Karkerên Pîşesaziya Kûrewî) xwe gihandine wan û ji wan re gotine ku daxwazên wan ji aliyê xwediyê kar ve hatine qebûlkirin.
Erdal Ayata li ser navê karkeran axiviye û gotiye, "IndustrîALLê ji me re ragihandiye ku xwediyê Ûgûr Tekstîlê Birêz Hayrî Ûgûr protokola ji sê xalan a ji aliyê karkeran hatiye amadekirin, qebûl kiriye û garantorê vê jî Zara ye."
Bixwîne- Li Rihayê Ûgûr Tekstîl û sendîkayê li hev kirine
Bixwîne- Li Rihayê 300 karkerên ku li kar hatine derxistin, dest bi nobetê kirine
Çi bûbû?
Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ku ser bi Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger(DISK) in di 10ê Îlonê de li Ûgûr Tekstîlê ya Rihayê rayeya sendîkayî wergirtibû. Li kargehê 300 karker kar dike û di 24 rojên borî de rêveberiya kargehê sendîka nas nekiriye û bi hinceta KOD-18ê dawî li karên tevahî karkeran anibû.
Karkeran li ser vê yekê li pêş kargehê dest bi çalakiyê kiribû.
(HA/AY)