Fotograf: DGD-SEN
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Karkerên Migrosê yên ji bo zêdebûna mehaneyên xwe li ber xwe didan, biser ketine. Karkeran dixwest ku mehaneya wan rojane 4 TL zêdetir bibe. Xwediyê Migrosê ev daxwaz qebûl nedikir. Karker 17 roj in ji bo ev daxwaza wan pêk were, li ber xwe didan. Polîsan midaxele li wan kiribû û beşek ji wan desteser kiribû.
Piştî li ser medyaya civakî kampanyeya boykotkirinê li dijî Migrosê destpê kir û bertek li dijî xwediyê Migrosê, Tûncay Ozîlhanî zêde bûn, daxwaza zêdekirina mehaneyan a karkeran hatiye qebûlkirin. Her weha 257 karkerên ku ji kar hatibûn derxistin, wê vegerin ser kar.
Sendîkaya Karkerên Depo, Lîman, Tersxane û Behrê (DGD-SEN) serkeftina karkeran li ser hesabê xwe yê medyaya civakî aşkere kiriye.
Her weha muzîkjen û Serokê Komeleya Ahbapê, Halûk Leventî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsiye ku pirsgirêk “çareser bûye: “9 roj in him bi sendîkayê him jî bi fîrmeya taşeron re hevdîtinên min dewam dikirin. Me hevdîtina dawiyê li komeley Ahbapê kir (8 saetan domand). Û hemû pirsgirêk çareser bûn. Bila haya we jê hebe.”
Çi bûbû?
Karkerên li depora Migrosê ya Esenyûrta Stenbolê kar dikirin, ji bo mehaneyên wan zêde bibin di 3yê Sibatê de dest bi çalakiyê kirin. Di roja 7an a çaraliyê de (9ê Sibatê_ 257 karker ji kar derxistin ku endamên DGD-Senê ne jî.
Polîsan di 8ê Sibatê de midaxele li karkeran kir ku li ber depoyê disekinîn. Nêzîkî 150 karker desteser kirin.
Karkeran xwestin roja 18ê Sibatê li ber mala Tûncay Ozîlhanî, Serokê Lijneya Rêveber a Migrosê çalakiyekê li dar bixin. Polîsan careke din karker desteser kirin.
Piştî vê bûyerê bi rojekê, di 19ê Sibatê de Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî, Vedat Bîlgînî daxuyanî da û got ku wan lêpirsîn ji bo Migrosê vekiriye.
Wezîrî behsa naveroka lêpirsînê nekir lê diyar kir ku ew ê nehêlin kedkar mexdûr bibin.
DGD-SENê her weha diyar kiribû ku ew ê îro (21ê Şubatê) li ber xaniyê Ozîlhanî çalakeyikê li dar bixin.
Karkeran çi dixwest?
Karkeran daxwaza van tiştan dikir:
Karkerên depoyê yên ji kar hatine avêtin, wê vegerin ser karî,
Bêyî were kêmkirin wê prîman li ser mehaneyan zêde bikin,
Ji bo her saetê wê 4 TL li mehaneyan zêde bikin,
Tedbîrên ewlehiya karî û tenduristiya karkeran wê werin girtin.
Migros ya kê ye?
Yek ji rêze-marketên mezin ên Tirkiyeyê ye. Ji sala 2015ê û vir ve di bin banê Koma Anadolûyê de ye. Tûncay Ozîlhan Serokê Desteya Rêveber e û di sala 2020ê de nirxê şîrketê ji sedî 75 zêde bûbû.
Ji bilî Migrosê, Macro Center, Anadolû Efes (Efes Pilsen-Bomonti), Ramstore, CCI (Coca Cola, Fanta, Sprite, Cappy, Burn, Fuse Tea), Anadolû Motor, Çelîk Motor, Efestur û çendîn şîrketên din ên Koma Anadolûyê ne. (RT/FD)