Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeyeka France 24ê karkerekê şirketeka Tirkiyeyê ya bi navê MNG Goldê li Burkina Fasoyê karkerek kuştiye.
7ê Tebaxê karkerekê ji gundekê Burkina Fasoyê û karkerê MNG Goldê minaqeşe kiriye. Sibeya piştî wê rojê termê karkerê ji Burkina Fasoyê hatiye dîtin. Karkeren ji bo şirketa Tirkiyeyê erd dikola û şirketê zêr jê vedibijart.
Nêzîkî sed gundîyan, termê gundîyê xwe binax kiriye û paşê bi ser kampa MNG Goldê de girtiye. Gundîyan agir berdaye wesayitên karî û ofîsên şirketê.
Karkerekê bi navê Issouf G şahidîya bûyeran kiriye û ji France 24ê re behsa bûyerê kiriye.
Wezîrê ewlehîyê yê Burkina Fasoyê bangî welatiyan kiriye ku ew aram bibin.
MNG Gold
Li gor hesabê şirketê yê LinkedInê, ew şirket bi zêdetirî 500 xebatkaran, ji sala 2013ê ve karên lêgerîn, dîtin û derêxistina zêran dike.
(PT/MB)
Çavkanî: France 24 Observer.