Kargeha Medyaya Kurdî ya Atolye BIAyê roja 25 û 26ê Nîsanê bi dayîna sê dersan bidawî hat. Di 25ê Nîsanê de rojnameger Mahmut Bozarslanî behsa rojnamegeriya dijîtal û pêvajoya amadekirina nûçeyên vî warî kir.
Piştî dersa Bozarslanî, Safiye Alagaş, Midûra Nûçeyan a Jinnewsê dersa rojnamegerî ango nûçegîhaniya zayendparêz û jinparêz kir. Alagaşê her weha behsa dîroka rojnamegeriya jinan a kurdan da.
Bixwîne - Kargeha Medyaya Kurdî
Di 26ê Nîsanê de Mehmet Ali Ertaş, edîtorê Ajanas Mezopotamyayê behsa girîngiya rojnamegeriya ajansan kir. Ertaşî her weha derbarê dîroka ajansên weke Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Firatê, Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê û yên weke wan de hin zanyarî da.
Di dawiya heman rojê de civînek ji bo pêşniyarkirina nûçeyan pêk hat. Beşdarên atölyeye nûçeyên ku dixwazin di bianetê de bên weşandin pêşniyar kirin. Ferid Demirel, edîtorê bianet kurdiyê û rojnameger Murat Bayramî ev nûçe nirxandin û hin pêşniyar li beşdaran kirin.
Kargehê di 12ê Nîsanê de destpê kir
Kargeh wê di navbera 12 û 15ê Adarê de li Amedê pêk bihata. Lê ji ber belavbûna nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê ev bername hate betalkirin. Paşê jî biryar hate standin ku bi awayê online pêk were.
Kargehê di 12ê Nîsanê de destpê kiribû. Di dersa yekem de rojnameger Murat Bayramî behsa zimanê medyatîv ê bianet kurdiyê û rojnamegeriya edebî kiribû.
13ê Nîsanê jî Ferid Demirel, editorê bianet kurdiyê behsa qalibên hevpeyvînan, cidahiya di navbera hevpeyvîn û roportajan de kiribû. Ferîd Demîrelî bi mînak ji rojnamegeriya navnetewî, ya tirkan û hin mînakên rojnamegeriya kurdan re dabû.
Roja şemiyê ango 18ê Nîsanê wênegirê Reutersê, rojnameger Sertaç Kayarî behsa wêneyên ji bo nûçeyan kiribû. Kayar li gel tecbureyên xwe li ser girîngiya wêneyên nûçeyan sekinîbû.
Heman rojê nûçegîhana Dengê Amerîkayê, BBC tirkî yê, rojnameger Hatîce Kamerê dersa duyem da û wê jî behsa amadekirina podcastan û teknîka podcastan kiribû.
Kargeh roja duyem bi dersa kameramanê Artı TVyê, rojnameger Refîk Tekînî dewam kiribû. Tekîn bikaranîna kamerayê ya di nûçegîhaniya televizyonan de û pêvajoya amadekirinê ya ji bo van nûçeyan kiribû.
Di beşa duyem de jî bernameçêker û rojnameger Fatime Tekînê behsa rojnamegeriya li cihên şer û pevçûnan kiribû. (FD)