Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Nêzîkî 10 mehan e ku li Tirkiyeyê Wikipedia hatiye qedexekirin. Wikipediayê li ser medyaya civakî kampanyaya #MeBêriyaTirkiyeyêKiriye(#WeMissTurkey) da destpêkirin.
Hat eşkerekirin ku kampanya dê hefteyekê dom bike.
Did we mention how much we love Turkish food? There are so many kinds of kebab from different parts of Turkey. Here's a list! https://t.co/JchLGeuWTa pic.twitter.com/VI5SErKLHs
— Wikimedia UK (@wikimediauk) 6 Mart 2018
Li ser hesabê Wikimedia UKyê(Wikimedia Kraliyeta Yekbûyî) peyama “Ma me ji we re behse nekiribû ka em çend ji xwarinên Tirkiyeyê hez dikin” hat weşandin.
Wikipediayê daye zanîn “heke sibeyekê hûn hişyar bibin û bibînin hûn nikarin Wikipediayê vekin hûn ê çi bikin? 80 milyon kesên li Tirkiyeyê sibeyekê hişyar bûn û rastî vê yekê hatin.”(PT/MB)