Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Perlamentera Colemêrgê ya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Leyla Guven 75 roj in ku di greva birçîbûnê de ye. wê ji bo tecrîda li ser rêberê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) rabe, dest bi grevê kiribû.
Du roj in ku kampanyaya îmzekirinê hatiye dest pê kirin. Di du rojan de ji bo piştgiriya Guvenê 3.777 îmze hatine avêtin(li gor siet 10:16ê)
300 mehkûm di grevê de ne
Di danasîna kampanyayê de hatiye diyarkirin ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalanî rabe 300 mehkûman dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Çi bûbû?
Ji beriya 48 rojan wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê daye zanîn ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Bixwîne - "Çima Leyla Gûven di girtîgehê de ye?"
Guven ji 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê ve li Girtîgeha Amedê ya Cûreyê Eyê girtî ye. Wê diyar kiriye ku ew bi awayek adilane nayê dadkirin ji ber vê yekê wê dest bi greva birçîbûnê kiriye, wê dema bidawîanîna grevê diyar nekiriye û dê dora girtina grevê nede ti kesan.
Parêzera Leyla Guvenê, Reyhan Yalçindag Baydemîrê ji bianetê re piştrast kir ku ew ketiye greva bêdor û bêdem kiriye.
Bixwîne - Dadgehê daxwaza tehliyeya Leyla Guven, Parlamentera HDPyê qebûl nekiriye
Leyla Guvenê li ser operasyona li Efrînê hatî kirin daxuyanî dane. Polîsan 22 Kanûna Paşiyê ew desteser kiriye û dozgerekê Amedê 31ê Kanûna Paşiyê biryara girtina wê daye.
Bixwîne - Biryara tehliyeya Leyla Guven, Parlamentera HDPyê derketiye
Leyla Guven kî ye?
Siyasetmedar e. Sala 1968ê ji dayik bûye. Demekê li Almanyayê maye. Sala 1994ê li Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) di baskê jinan de kar kiriye.
Sala 2004ê di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Dîkîliya Biçûk a Edeneyê, sala 2009ê jî di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Wêranşarê hatibû hilbijartin.
Kanûna Pêşiyê ya 2009ê de di çarçoveya operasyona Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de hat girtin. Piştî 5 salan girtî ma, sala 2014ê tehliye bû. Di heman dosyayê de 6 sal û 3 meh ceza wergirtiye.
Di hilbijartina 2015ê de li Rihayê di rêza çarem de ji Partiya Demokratîk a Gelan bûbû namzet.
(AS/MB)