Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameya Ozgur Gundemê Kampanya "Nobeta Gerînendeya Giştî" ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku di 3ê Gulanê de dabû destpêkirin îro bi daxuyaniyekê bi dawî kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DIHA) xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê ku nobet di Roja Çapemeniya Cîhanê de dabûn despêkirin piştî roja 100emîn bi dawî kirin. Piştî 100 rojnameger, rewşenbir, akademisyen û siyasetmedar tev li Nobeta Gerînendeya Giştî ya Gundemê bûn, peyvira Gerînendeya Giştî Edîtorê rojnameyê Zana Kaya da ser milê xwe.
'Kampanyayê zext şikand'
Kaya, anî ziman ku kampanya rastî eleqeyek mezin hat. Lêpiştî xwedîderketin zêde bû û mezin bû êrîşkar xistin nava telaşê. Ji bo piştevaniyê bişkînin 3 Gerînendayên Giştî yên Nobedar girtin. Lê girtinê jî nekarîbû piştevanî û hevkariyê bişkîne. Bêtir hevkarî û piştevanî xurt kir. Ji ber xwedîderketinek xurt û piştevaniyê 3 gerinendeyên nobedar dîsa berdan.
Kaya, da zanîn ku ev parvekirin, piştevanî û xwedîderketi dê di demên cuda, li cihên cuda û bi rêbazên cuda berdewam bike. Kaya, bilêv kir ku kampanya wan gihiştiye armanca xwe û ew piştî roja 100'an dawî li kampanyayê tînin. Kaya, da zanîn ku çapemeniya azad dengê rastî û heqîqetê yê Tirkiyeyê ye û dê her dem civaka Tirkiye ronî bike.
Kaya, herî dawî destnîşan kir uk Rojnameya Ozgur Gundemê çavkaniya xwe ji civakê digire û wiha got: "Ji ber vê yekê her kes xwedî peyvir e ku Rojnameyê biparêzin û li Rojnameyê xwedî derkevin. Em dê ji niha û şûnde bi kampanyayên bi hêztir têkoşîna xwe berdewam bikin. Dê hêza xwe ji gelên Tirkiye bigire û ji bo demokratîkbûna Tirkiye bi hemû hêza xwe têkoşîna şopandina heqîqet û rastiyê berdewam bike.
Notên ji kampanyayê
*Derbarê 50 kesên ku nobeta weşanê girtine de lêpirsîn dan destpêkirin, piştî lêpirsînan derbarê 16 kesan de doz hat vekirin.
*Seroka Weqfa Mafê Mirovan ya Tirkiyeyê (Şebnem Korur Fincanci, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas yê Tirkiyeyê û raportorê bianetê Erol Onderoglu û8 nivîskar Ahmet Nesin hatin girtin, piştre serbest hatin berdan.
*Derbarê 6 kesan de biryara neşopandinê hat dayîn.
Wêne: Beyza Kural / bia /Roja yekem ya kampanyaya bo Ozgur Gundemê
(BK/YO)