Hunermendê Kalê ji KOM Muzikê albûmeka bi navê “beîv” derêxistibû, hunermend dê yekem konsera xwe, 6ê Tîrmehê siet 20:00ê li Amedê bide. Amadekara konserê AmîdArt e û konser dê Publo Cafe Barê be.
Heyranên Kalê û mûzîkhez dikarin bilêdên konserê ji Pirtukakurdi, Mona Kahve Evi û Asa Bistroyê peyda bikin.
Kalê ji Malabadê ye û salên 90î li navendên çand û hunera kurdî dest bi mûzîkê kiriye. Wî herweha rojnamegerî jî kiriye. Beîv yekem albûma wî ye. Aranjeya albûmê Erdem Altinsesî kiriye.
Kalê du helbestên Rojen Barnasî kirine stran. Albûma hunermendî ji 6 stranan pêk tê. Stran bi şêweyê mûzîkjeniya rojavayî hatine gotin.
(MB)
Wêneyê manşetê: Facebook/KaleBadi