Judith Butler wê li bernameya xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê dersê bide
Judith Butler, yek ji pêşengên teoriya queerê wê beşdarî dersa Xwebexşên Beşa Felsefeyê û yên Kuluba Xebatên LGBTI+yê yên Zanîngeha Bogaziçiyê bibe.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dersên vekirî yên Phil-free, înîsiyatîfa ku Xwebexşên Beşa Felsefeyê yên Zanîngeha Bogaziçiyê wê dest pê bike.
Ders wê bi hevkariya Kuluba Xebatên LGBTI+yê yên Zanîngeha Bogaziçiyê bên dayîn. Judith Butler, yek ji pêşengên teoriya queerê wê beşdarî bernameya destpêkê bibe û dersê bide.
Butler, fîlozofa amerîkî teoriya Post-structuralism, psîkanalîzm û ya feminîzmê li dora felsefeyê civandiye.
Li gorî nûçeya Kaos GLyê tê plankirin ku ders hefteya pêş li dar bikeve. Kesên bixwazin beşdar bibin divê vê formê tijî bikin û serî lê bidin. Saeta dersê û lînka beşdariyê wê ji kesên serî lê daye re bê şandin. (EMK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.