Pêşhilbijartinên Demokratan yên bo dîyarkirina berbijêrê hilbijartina Serokatîya DYAyê ya 2020an, tevî astengên jiber vîrusa koronayê didomin.
Cîgirê Serokê DYAyê yê Berê Joe Biden di hilbijartinan de li pêş diçe. Joe Biden, berbijarê din yê li pêş Bernie Sanders li sê eyaletên din jî li dû xwe hiştiye. Biden di pêşhilbijartinên roja Sêşemê de, ku li Florida, Illnois û Arizano çêbûn, bi ser ket.
Wî li Floridayê 62 ji sedê dengan, li Illinoisê 59 ji sedê dengan sitand û li gor nûçeyên dawî yên medya herêmî li Arizonayê jî bi ser ketiye.
Ji bo berbijarîya Demokratan 1991 delege pêwîst in ku niha 1147 delegeyên Bidenî û 861 delegeyên Bidenî hene. Pêşhilbijartina li Ohioyê jiber vîrusa koronayê hatibû taloq kirin.
Li Georgia, Lousiana, Maryland û Kentuckyyê jî pêşhilbijartin jiber vîrusê hatibûn paş xistin. (FD)
* Çavkanî û fotograf: dengêmarîka