Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Romanyayê welatî dê ji bo “wekheviya zewacê*” bi referandûmekê dengê erê û na bidin. Ji beriya referandûmê dadgehekê ev biryar daye.
Jiyana taybet
Dadgehekê diyar kiriye ku li gor Xala 7. ya Qanûna Mafên Bingehîn ya YEyê(Yekîtîya Ewropayê) û Xala 26. ya Qanûna Bingehîn ya Romanyayê
Li gor dadgehê qanûn dibêje “hevser dikarin bizewicin” lê zayenda hevseran nayê diyarkirin.
Kampanya
Li romanyayê kampanyayeka mezin tê birêvebirin. Amadekarên kampanyayê diyar dikin ku “divê jin û mêr bi hev re bizewicin.”
6-7ê Çiriya Pêşiyê referandûm dê bê pêkanîn. 43 Milyon Euro dê ji bo referandûmê bê xerckirin.
Rêxistina Navneteweyî ya LGBTIyan diyar kiriye ku “armanca vê referandûmê ew e ku mirov cidaxwaziyê qebûl bike.”
(ÇT/MB)
Me agahiyên di vê nûçeyê de ji BalkanInsight.com û Guardianê berhev kiriye.