Mezopotamya Dans dê jiyana Leyla Bedirxanê û zehmetiyên wê di rêya hûnerê de dîtîn bi dansekê li Moda Sahnesîyê ya Stenbolê îro(7ê Gulanê) siet 20.30ê nîşan bide.
Cihê Moda Sahnesîyê hûn dikarin bi nexşeya bi vê dûvelankê ve girêdayî bibînin.
Dansa Leylayê
Lîstika "Leyla"yê Koreografî Serhat KURAL Dans û lîstik Ayhan KARAAĞAÇ İsmet KÖROĞLU Serhat KURAL Yeşim COŞKUN Mûzîk Nurhak KILAGÖZ Ronahî Ferhat GÜNEŞ Dirêjiya dema dansê: '40 |
Leyla Bedirxan kî ye?
Leyla Bedirxan a ku îro weke prensesa kurd tê nasîn di sala 1908'an de li Stembolê jidayikbû. Dayika wê, Henriette Hornik, jineke cihû-awistriyayî, li Viyana jiyaye û li wir perwerdehiya xwe kiriye. Bavê Leyla, Abdulrezak jî ji malbata Bedirxaniyan e ku di nava kurdan de xwedî gotin bû. Ji ber koçkirina bi zorê malbata wê koçî Misirê kir. Li wir zarokatiya xwe derbas kir, lê piştî mirina bavê, keç û dayik bi malbarkirinê jiyana xwe li Viyanayê berdewam kirin.
(MB)
Wêneyê Manşetê: Evrensel,
Çavkaniya biografiyê: Wikipedia
Kûnyeya Lîstikê: Moda Sahnesi