Jinên ku li Kadikoyê hatin desteserkirin, serbest bûn
Kesên bi îdiaya ku li dijî Qanûna Xwepêşandan û Meşê ya bi hijmar 2911an derketine hatibûn desteserkirin, piştî îfadeyên wan hatin stendin, serbest bûn.

Duh rêxistina Kadınlar Birlikte Güçlü(Jin Bi Hev Re Hêz in) li Kadikoyê ji bo hewla nedana mazbataya Hevşaredarê Wanê yê DEM Partiyê Abdullah Zeydan protesto bikin, kom bûbûn.
Jin ji bo çalakiya bi navê "Em ji Stenbolê tevlî govenda li Wanê dibin" li ber Operaya Surreya kom. Polîsan midaxeleyî çalakiyê kirin û herî kêm 35 kes desteserkirin.
Diyar bû ku di nava kesên hatine desteserkirin de rojnameger Zîlan Azad û Yeşîm Dokur jî hene.
Kesên bi îdiaya ku li dijî Qanûna Xwepêşandan û Meşê ya bi hijmar 2911an derketine hatibûn desteserkirin, piştî îfadeyên wan hatin stendin, serbest bûn.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.