Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Enqereyê jinan xwestine derbarê Peymana Stenbolê de çalakiya “ Zincîra Jiyanê”pêkbînin. Piştî midaxeleya polîsan 30 jinên ku hatibûn desteserkirin, serbest bûne.
Li Şubeya Ewlehiyê ya Emnîyeta Enqereyê derbarê jinan de bi sedema “li dijî polîs û qanûna bi hejmara 2911an li berxwedan e” kare edlî hatiye destpêkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê jinên ku di dema desteserkirinê de hatine derp kirin diyar kirine, xerap nêzîkî me bûne û li emnîyetê îfade nedane.
Piştî lêpirsin û kontrola tenduristiyê 30 jinên desteserkirî, serbest bûne.
Jinan li pêş nexweşxaneyê di dema çalakiyê de dowîz û wêneyên jinên ku hatine kuştin berz kirine û bi dirûşma “ Peymana Stenbolê dide jîyandan” desteserkirin protesto kirine.
Navê jinên ku serbest bûne weha ne: Parêzer Sevinç Hocaogulları, Nebiye Mertturk, Buse Uçer, Aysun Gençtanır, Zeynep Tan, Aylin Kalp, Kardelen Demir, Emel Vural, Yagmur Alaz Gulveren, Gulçin Polat, Sena Bademlî, Parêzer Arzu Kurt, Sude Sivri, Gulbahar Gunduz, Beste Uymaz, Tugba Koçer, Serap Kaplan, Meziyet Yildiz, Zelal Su Degirmenci, Deniz Keles, Îpek Arapoglu, Dicle Paşa, Derman Gulmez, Songul Kurt, Meryem Gonbe, Sibel Goktaş, Rojnameger Eylem Akdag, Fatma Kiliçarslan.(TP/AY/FD)