Jinên ku duh li Taksîmê hatin desteserkirin, serbest bûne
Jinên ku duh li Kolana Îstîklalê di dema çalakiya 8ê Adarê de hatin desteserkirin, serbest bûne.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Jinên ku duh di dema 18em Meşa Bişev a Feminîstan de li Kolana Îstîklalê hatin desteserkirin, piştî îfadeyên wan hatine wergirtin, serbest bûne.
Bixwîne -Digel midaxeleya polîsan jin ji Taksîmê neçûn
Jinan duh xwestibû ji Kolana Siraselvîlerê ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin. Polîsan pêşiya wan girtibû û bi gazê midaxele li wan kiribûn. Di encamê de polîsan 34 jin desteser kiribun.
Jinên ku bi şev desteserkirî mane, di saetên sibehê de serbest bûne. (RT/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.