Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Jinên ji bo Edaletê (Women for Justice) ji ber ku di sala 2021an de balafirên şer ên Tirkiyeyê Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê bombebaran kiriye, serî li Desteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) kiriye.
Balafirên şer li navçeya Şengalê ya bajarê Nînowayê ya Iraqê, Nexweşxane bombebaran kiribû û di encamê de heşt kes miribûn.
Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, çar kesên ji êrîşên esmanî rizgar bûne yan jî bûne şahidên wan, serî li Desteya Mafên Mirovan a Ewropayê daye û gotiye ku Tirkiyeyê “xala 6an a peymana navnetewî ya derbarê mafên sivîlan û siyasî ya mafên jiyanê misoger dike, binpê kiriye.”
Di daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku nexweşxane nêzîkî xaleke kontrole ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bû lê li cihê sivîlah hatibû çêkirin û “ti yekîneyeke çekdar rasterast ew nediparast.” Gilîkaran her weha gotiye ku heşt kesên hatine kuştin, xebatkarên nexweşxaneyê bûn.
Cara yekem e ku ji bo êzidiyan giliyê Tirkiyeyê li NYyê tê kirin
Gilîkaran destnîşan kiriye ku Tirkiyeyê lêpirsîna kuştina sivîlan a di dema êrîşên asmanî de nake û ji bo mexdûran rêyên bibandor ên hiqûqî nayên vekirin û ev jî li gorî heman peymanê tê wateya binpêkirina mafê lêpirsînê ya bilez, serbixwe û bibandor.
Bi vê re cara yekem e ku ji bo êzidiyan li dijî Tirkiyeyê serî li NYyê hatiye dayîn.
Çi bûbû?
Di 17ê Tebaxa 2021an de li dijî Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê êrîşeke asmanî pêk hatibû. Di encamê de heşt kes miribûn, zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûbûn.
Wezareta Berevaniyê ya Netewî îdia kiribû ku di dema vê êrîşê de 10 PKKyî hatine kuştin.
Lê Desteya Rêvebiriya Xweser a Şengalê aşkere kiribû ku di encama êrîşê de yek jê doktor, sê karmendên nexweşxaneyê û çar jî YBŞyî, heşt kes mirine. (NT/FD)