Jinan li Uskudarê biryara betalkirina Peymana Stenbolê protesto kir

Fotograf: Ferid Demirel - bianet
Komeke jinan li Uskudara Stenbolê kom bûn û li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê çalakiyek li dar xist.
Jinên ku li Qada Uskudarê hatin ba hev afîşên ku li ser wan “Bila ne jin lê kujer werin dadgehkirin”, “Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin” bilind kirin. Her weha pankarteke ku li ser wê “Peymana Stenbolê ya me ye em dest jê bernadin” û fotografên jinên ku mêran ew kuştine hildan.
Çalakgeran di dema çalakiyê de sloganên weke “Jin Jiyan Azadî” avêtin.
Li ser navê jinan Ecem Oksuzê daxuyaniya çapemeniyê xwend. Oksuzê got, “Peymana Stenbolê di encama têkoşîna me ya bi salan de hate nivîsandin. Em bi ti awayî biryara betalkirina Peymanê qebûl nakin. Gotina komeke mêran, biryara merekî li bal jinan ti maneyeke wê nîne. Heta ku Peymana Stenbolê weke hewce dike pêk were û tundkariya mêran bi dawî bibe wê têkoşîna me dewam bike. Li dijî dijminên jinan bijî piştevaniya me ya jinan.”
(FD)
Diyarname 29 Reşemî: Ev rojname wê her ji çar salan carekê çap bibe

Weşana kurdî ya Radyoya Swêdê piştî 23 salan bi dawî bû: “Radyo pirek bû”

Muzîka Kurdî 2023: “Nazdar Nazdar”, Koma Amed, Şivan Perwer, hunermendên jin

LI STENBOLÊ WÊ DIBISTANA MUZÎKÊ YA EGÎDÊ CIMOYÊ VEBE
“Em dixwazin Egîdê Cimoyên nû derkevin”

“Dema em li betlaneyê bûn, rêveberiya Kurdistan24ê em ji kar derxistin”
