Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tora Essential Autonomous Struggles Transnationalê bang li tevahî jinan cîhanê kiriye û gotiye di 8ê Adarê de tevlî grevê bibin.
“Me di pandemiyê de karên xwe ji dest dan”
Jinan di metna manifestoyê ya ku daxwazên xwe tê de nivîsandine weha gotine:
“Em ew jinin ku me wezife girtine ji bo ku tevahiya cîhanê ji pandemiyê rizgar bike. Em karên jîyanî dikin, lê em bi xwe di şert û mercên hejar de dijîn. Beramberiya keda me bi kêmî tê hesabkirin û hêjayî kedê nîne. Em ji hedê xwe zêdetir kar dikin an go bêkar in. Me neçardikin ku em li cîhên qerebalix bijîn, destura niştecêbûnê û belgeyên xwe yên fermî bi berdewamî nû bikin. Em her roj li mal û cîhên kar li dijî tûndkariya mêran têdikoşin. Em ji van şert û mercên tûndkarî û kedxwariyê bêzarbûn û em bêdengbûnê qebûl nakin! Tora Essential Autonomous Struggles Transnationalê ya ku jinên li Ewropaya Navîn, Rojava û Rojhilatê Ewropayê têdikoşin, jinên koçber û kedkar anîn gel hev, me bi hev re birêxist.”
“Em bang li tevahî kesên ku li dijî tûndkariya kapîtalîst, regezperest û baviksalarî têdikoşin dikin ku di 8ê Adarê de tevlî girevê bibin.”
“Em bang li penaber, kedkar û tevahî jinên ku vizyon û daxwazên me wek yê xwe dibînin, dikin ku di 21ê Sibata 2021an de tevlî meclîsa me bibin.
Ji bo îmzekirina manîfestoyê: https://forms.gle/zpNnciKrGZikBHB79
Ji bo dîtina manîfestoyê bi zimanên cûda vir bitikîne