Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jinên ku her sal ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Taksîma Stenbolê kom dibûn, îsal jî gotine “18 sal in em li cîhê xwe ne” û xwe ji bo 19ê Meşa Şeva Feminîst amade dikin.
Ekîba Meşa Şeva Feminîst a 8ê Adarê bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlîbûnê ji bo Meşa Şeva Feminîst kirine û weha gotine:
“Di 19em Meşa Şeva Feminîst a 8ê Adarê de 18 sal in em li cîhê xwe ne. Sala par em bi deh hezaran hatin gel hev û berbi Kadikoyê meşiyan, Me kolan bi kolan meydan bi meydan denge xwe berz dikirin. Ji wê roja ku me hêz ji hev digirtin heta niha him gelek tişt guherî him jî tiştek neguherî.”
“Şev, kolan jî, meydan jî yê me ne”
“Em ê îsal jî di meşa şeva feminîst de bên gel hev. Ji bo ku hev du biparêzin divê em ji hev dûr bisekinin em dizanin ku qerebalixiya me wê li ser kolana bikeve. Di 19emîn salê de li heman cîhî, bi heman qerebalixiyê; li dijî baviksalariyê, li dijî kesên ku bi berdewamî me li bin zordariyê de dihêlin û dixwaze me bêdeng bikin, em ê bi serhildana feminîstî kom bibin. Şev, kolan jî, meydan jî, jîyana me jî yê me ne!”
(EMK/AY)