Fotograf: Renew Europa
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentoya Ewropayê (PE) namzetên Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharovî aşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya PEyê hatiye weşandin, Komîteya Karûbarên Derve, Komîteya Jêr a Mafên Mirovan û Komîteya Geşepêdanê duh (20ê Îlonê) 9 namzet ji bo Xelata Azadiay Ramanê ya Sakharovî pêşniyar kirin.
Parlamentoya Ewropayê ji sala 1988an û vir ve Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharovî dide wan kes an jî saziyan ku azadiya ramanê diparêzin.
Jîna Amînî namzeta sê komên cuda ye
Partiya Gel a Ewropayê (EPP), Jîna Mahsa Amînî û jinên îranî, Sosyalîst û Demokratan (S&D), Jîna Mahsa Amînî, Tevgera Jin, Jiyan, Azadiyê ji bo têkoşîna mafên jinan a li Îranê, Renew Europe Renewê Jîna Mahsa Amînî, Tevgera Jin, Jiyan, Azadiyê ya Îranê weke namzet nîşan dan.
Her weha 59 endamên PEyê, aktivîstên perwerdeyê yên afganistanî, Marzîa Amîrî, Parasto Hakîm û Matîûllah Wesa, gele alîgirên Ewropayê, Kevneşop û Reformîstên Ewropayê yên Gurcirsatên (ECR) jî Parazvana Civakî ya kevn a Gurcistanê weke namzet pêşkêş kirin.
Namzetê Neofaşîstan Elon Musk e
Nasname û Demokrasiyê (ID) Elon Musk, Rêkeftina Azadiyê ya Ewropayê/Keskparêz (Keskparêz/EFA), ji Ûgandayê çalakvana îklîmê Vanessa Nakate, 43 endamên PEyê ji Nîkaragûayê Vilma Núñez de Escorcia ve Monsenyör Rolando José Álvarez Lagos, The Leftê jî, ji bo têkoşîna wan a bo kürtaja belaş, biewle û fermî ji Polonyayê Justyna Wydrzynska, ji El Salvadorê Morena Herrera û ji DYAyê Colleen McNichols weke namzet nîşan dan.
Pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?
Komîteya Karûbarên Derve û ya Geşepêdanê wê di 12ê Çiriya Pêşiyê de sê fînalîstan aşkere bikin. Seroka Parlamentoyê Roberta Metsola û serokên komên siyasî wî kesa/ê serkeftî diyar bike û di 19ê Çiriya Pêşiyê de ji raya giştî re ragihînin.
Merasîma Xelatdayînê wê roja 13ê Kanûna Pêşiyê li Strasbourgê, bajarê Fransayê, di dema Civata Giştî ya PEyê de pêk bê.
Xelata navborî ji sala 1988an û vir ve li ser navê fizîknas û mixalifê siyasî yê sovyetistanê Andrei Sakharovî tê dayîn. Sakharovî di sala 1975an de Xelata Aştiyê Nobelî wergirtibû.
Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharovî 50 hezar Euro ye.
Hewce ye ku her yek ji namzetan piştgiriya bi kêmanî 40 endamên PEyê werbigirin û her endamek dikare piştgiriyê bide namzetekî/ê.
Dabûn Leyla Zana û jinên êzidî
Xelat cara pêşiyê da sala 1988an de hatibû dayîn. Yê destpêkê ku xelat wergirt Nelson Mandela ye. Di sala 1995an de xelat dane Leyla Zanayê. Ji Zanayê heta niha dane Alexander Dubcek, Aung San Suu Kyi, Teslime Nesrin, Wei Jingsheng, İbrahim Rugova, Kofi Annan, Hu Jia û hin saziyan.
Di sala 2011an de çalakvanên serhildanên erebî, di sala 2012an de derhêner, senarist û çêkerê îranî Cafer Penahî û mafparêza îranî Nersîn Sotûdehê, sala 2013an parazvana mafên zarokan a pakistanî Malala Yûzûfsay, sala 2014n jinekolog Denis Mukwege ya di dermankirina mexdûrên tecawizan de bûye pispor, sala 2015an nivîskarê blogan ê erebistana siûdiyê Raîf Bedewî, sala 2016an çalakvana jin a êzidî Nadîa Mûrad û Lamiya Ajî Bashar, sala 2017an, tevgera mixalif a Venezûelayê, sala 2018an derhênerê ûkraynî yê li Rûsyayê girtî Oleg Sentsovî, sala 2019an çalakvanê ûygûrî Îlham Tohtiyî, sala 2020an Tevgera Demokrasiyê ya Belarûsê û sala 2022yan jî “gelê wêrek ê ûkraynayê” hêjayî xelatdayînê hatin dîtin. (NT/FD)