Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ofîsa Sûcan û Tiryakê ya Neteweyên Yekgirtî (UNODC) 25ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) Roja Piştevanî û Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan, “Rapora Kurewî ya Kuştinan” aşkere kiriye.
Rapor lêkolînê li ser rêjeya kuştina jinan dike ku bi sedema zayenda wan ev kuştin çêbûne. Li gorî vê raporê sala 2017ê mêran 87 hezar jin bi zanebûn kuştine. Ji sedî 58ê jinan an ji hêla hevalên xwe hatine kuştin an jî ji malbata wan hin kesan ew kuştine.
Li gorî encama vê raporê, rojê 137 jin ji hêla mêran ve hatine kuştin. Ji ber vê ye ku di raporê de hatiye gotin, li gelek deveran mal, cihê herî zêde jin lê tên kuştin an jî tundkarî li wan tê kirin.
Bixwîne - Mêran di 327 rojên pêşiyê yên 2018ê de 218 jin kuştine
Jin herî zêde li Afrîkayê (20 hezar) û Afrîkayê (19 hezar) hatine kuştin. (EÖ/HK/FD)