Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump dê di 20ê Kanûna Paşiyê de bibe serok û di roja piştî serokbûna wî de, di 21ê Kanûna Paşiyê de jin dê dest bi meşê bikin.
Ji 60 welatan saziyên jinan dê meşekê bidin dest pê kirin. Birêvebiriya meşê Women's March Global, WMG dê bike.
Amadekarên meşê eşkere kirin ku meş dê ne wek meşeka li dijî hilbijartinekê be. Dê meşeka li dijî rastgiriya hişk û popûlîst be.
Her kesên ku “bi gotinên Trumpî hest dikin ew hatine tirsandin û tehdîtkirin dê bimeşin.”
Navdarên wek Katy Perry, Scarlett Johansson, Cher, Evan Rachel Wood, Patricia Arquette dê beşdarî meşa li Washingtonê bibin.
Daxwaz
Xizmetên saxlemiyê yên erzan û ji bo her kesan. bila ji ber bawerî, dîn, nijar ..HWD astengî li pêşiya ti kesan nebe.
Li gor sieta Washingtonê di siet 10ê de çalakî dê dest pê bikin û di siet 13.15ê de jin dê dest bi meşê bikin.
Li 150 hezar cihên 60 welatan jin dê bimeşin.(ÇT/MB)