Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêxistinên jinan û LGBTİyê îro bi durişma “Nabe ev yase wiha derbas bibin, jin destûrê nadin” li ber avahiya Parlamentoya li hev kom bûn.
Jinan duh li gelek bajaran di heman demê de çalakî lidar xistibû.
Polîsan destûr neda ku jin li ber deriyê Dîkmenê yê Parlamentoyê daxuyaniyê bidin lê bi piştgiriya jinên parlamenter derbasî baxçeyê Parlamentoyê bûn.
Dîsa xwestin ku pankarta mor daxin xwarê ku li ser nivîsên “Ev mehr wisa nayê birîn”, “Her bijî piştevaniya jinan”, “Ji bo jiyaneke wekhev û azad” hebû.
Parlamenterên CHPyê Şenal Sariyan û Yildiz Tûr Bîçer, parlamentera serbixwe Aylîn Nazliaka û parlamenterên HDPyê Meral Daniş Beştaş, Sîbel Yîgîtalp û Bedîa Ozgokçeyê piştgirî dan jinan.
Hatîce Kapûsûz berdevka Platforma Jinên Enqereyê got ku pêşnûmeya yaseyê bêyî şêwira jinan hatiye amadekirin û hincetên pêşnûmeyê jî nîne.
Sarihan a CHPyî girîngiya piştevaniyê ya di têkoşîna wekheviyê ya rêxistinên jinan û parlamenteran de anî ziman.
Daniş Beştaş a HDPyî jî got, “Parlamento îro bi jinan xweşiktir e. Hebûna jinan bi reng û gotinên xwe wê bibe sedema paşxistina sîstema desthilatdar a mêran li Tirkiyeyê. Em ê weke parlamenterên jin di têkoşîna li hemberî kiryarên li dijî jinan de berdewam bikin.”
Nêzîkî 100 rêxistinên jinan û LGBTİ di rojên derbasbûyî de bi diruşmeya “Nabe ku ev yase wiha derbas bibin” kampanyayek dabûn destpêkirin. (ÇT/FD)