Koma li Dijîi Kuştina Jinan, ji bo şermezarkirina rapora Komîsyona Cihêbûnê ya Meclisê wê li gelek bajaran dakevin qadan.
Jinan got: ‘Ji bo ew kesên ku li ser navê me biryaran didin re: Jiyana me ya me ye, Em rapora Komîsyona Cihêbûnê ya Meclisê nas nakin’ û wê li Edene, Artvin, Enqere, Antalya, Îzmîr, Dîlok, Antakya, Ayvalik, Bodrum, Bursa, Erzingan, Kocaelî, Mêrsîn, Sinop, Samsun, Denizli, Çanakkale û li gelek bajarên din derdikevin meydanan.
Di bangewaziya çalakiyan de hat ragihandin ku wê ji di 18ê Hezîranê de li gelek bajaran derkevin meydanan.
Çi bûbû?
Di meha Çileyê de ji hêla AKPê ve Komîsyona Cihêbûnê ya Meclisê hatibû avakirin û raporeke bi navê ‘Pêkanîna Hevgiriya Malbatê’ jî amade kiribû.
Wê komîsyonê piştî 3 mehan hin fealiyetan pêk anî, raporeke bi 479 rûpelan amade kiriye. Gelek pêşniyarên ku di raporê de cih girtibû, ji hêla aktivîst û parazvanên mafên jinan ve hatibûn rexnekirin.
Koma NEWEKHEV derbarê wê raporê de wiha nirxandinan kiribûn:
*Zarok ji bo zewacê tên teşwîqkirin, bi kesên destdirêjî/tecawîzê wan kirine re tê zewicandin.
*Hevberdan û tundiya li dijî jinan weke ‘qada taybet’ hatiye qebûlkirin û bi vî awayî yên ku pêk tên dixwazin ji berpirsyariya dewletê derînin.
*Dixwazin xadimkirinê pêkbînin.
*Piştî saetên mesaiyê serlêdana jinên ku rastî tundiyê hatine, asteng dikin.
*Pêkanînê hevberdanê dijwartir dikin.
*Mafê nafaqeyê ya jinan girêdayê demên diyarkirî dikin.
*Dema ji bo vekirina dozên bo parvekirina mal û milkê tê kurtkirin.
*H.w.d...
(EH/ÇT/YO)