Jimara nû ya Nûbiharê ya 155an çap bûye. Di vê jimara kovarê de Rohat Alakom li ser Şerîf Paşayî nivîsek nivîsiye. Şerîf Paşayê kurê Seîd Paşa, sefîrê Osmanî yê Swêdê bûye; di sala 1899an de tevî gelek mêvanan beşdarî manewrayek leşkerî bûye. Qral Oscar II di
merasîmê de aleqeyek mezin nîşanî Şerîf Paşa daye; Rohat Alakom ev merasîm û dengvedana wê kiriye mijara nivîsa xwe.
M. Zana Karak û Huseyn Şemrexî herduyan jî helbestên Mela Ehmedê Xasî weşandine. M. Zana Karak sê helbestên Xasî yên Kurmancî weşandine ku yek ji wan cara yekem e diweşe. Huseyn Şemrexî jî helbesteke Xasî ji Osmanî wergerandiye Kurmancî û bi notên xwe nivîsa xwe xurt kiriye.
Bi navê Manuel Kirkyaşaryan zarokekî Ermenî, di dawiya umrê xwe de bîranînên xwe nivîsandiye. Ev kes di bîranînên xwe de behsa Kurdan û edetên wan jî kiriye, çar heb kilamên Kurmancî jî nivîsîne. Murad Celalî li ser vê mijarê nivîsiye.
Ahmet Seyarî di helbesta Berken Bereh ya “Wisa Tê Bîra Min” de, êşa parçebûna welat şîrove kiriye.
Şemoyê Memê li ser Destana navdar Kerr û Kulik nivîsiye; Kerr û Kulik destana şerê xal û xwarziyan e. Diya wan Werdê ketiye nava du agiran, naxwaze zarokên wê bi birayên wê re şer bikin.
Ji neviyên Şêx Ubeydullahê Nehrî, Seyîd Îslam Dû’ago (Şemzînî), kitêbên ku Melayê Cizîrî xwendine di nivîsa xwe de kiriye mijar û ji dîwana Melayê Cizîrî nimûne dane.
O. Faruk Çetînkaplan di vê jimarê de jî qesîdeyek Melayê Cizîrî wergerandiye Dimilî.
Di hejmara 155an de helbestên Rojen Barnas, Berken Bereh, Se’dîyê Şîrazî, Nesîmî, Abdullah İncekan, Ziver İlhan, Pablo Neruda, Salih Kevirbirî, Seyid Demîrkiran, Mustafa Acar, Sidîq Gorîcan, Rêzan Diljen, Emîn Xursî, Bamed Serdar, Sîpanî, Kevok Mizgîn, Evdilxaliqê Îsa û Rojhilat Azadî hatine weşandin.
Her weha Hevpeyvîna ku Hanifi Taşkın û M. Enis Dilmaç bi Adil Yılmayanî re kiriye di vê hejmarê de çap bûye. (FD)