Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
9ê Tîrmehê roja duşemê wê li Parlamentoyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan saet 16.00ê sond bixwe. Paşê li Beştepeyê, li Koşka Serokomariyê wê merasîma desptîkirina “Sîstema Hikûmetê ya Serokomariyê” çêbibe.
Ji bo beşdariya gelek serokên dewletan hatine vexwendin. Heta niha 17 serokên dewletan, 8 serokwezîran û serokên parlamentoyan ragihandine ku ew ê beşdarî merasîmê bibin.
Li gorî nûçeya ku rojnameya Yenî Şafakê ji çavkaniyên serokomariyê standiye, hin welatên ku wê beşdarî merasîmê bibe ev in:
Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro, Serokê Konseya Serokatiyê yê Bosna Hersekê Bakir İzzetbegoviç, Serokomarê Komara Tirkan a Qibrisa Bakur Mustafa Akinci, Serokdewletê Qezakistanê Nursultan Nazarbayev, Serokdewletê Makedonyayê Corge Îvanov, Serokdewletê Gîneyê Alpha Condé, Serokdewletê Somaliyê Abdullah Muhammed, Serokdewletê Bulgaristanê Rûmen Radev, Serokdewletê Gurcistanê Giorgi Margvelaşvili, Serokdewletê Pakistanê Memnun Huseyin, Serokdewletê Qirgizistanê Sooronbay Ceenbekov û Serokdewletê Ûkraynayê Petro Poroşenko
Serokomar Erdogan piştî merasîmê wê şîvê bide nûnerên welatan.
Serokên du welatên cîran beşdar dibe
Piştî ku Tayyîp Erdogan 10ê Tebaxa 2014ê weke serokomar hatibû hilbijartin, di merasîma 28ê Tebaxa 2014ê ya li Koşka Çankayayê çêbûbû de ji hemû welatên cîranên Tirkiyeyê nûner beşdar bûbûn.
Lê di merasîma roja duşemê de tenê ji Gurcistan û Bulgaristanê wê nûner beşdar bibin. Nehatiye diyarkirin ku ji Yewnanîstan, Ermenistan, Îran, Iraq û Sûriyeyê ti kes beşdar bibe yan na.
Heman rojê wê lijneya wezîran jî were aşkerekirin
AKP heman rojê wê saet 11.00ê civîna koma xwe ya yekê ya Serdema 27ê çêbike.
Erdogan jî wê heman rojê lijneya wezîran aşkere bike. (EKN/FD)