Ji Wezareta Navxweyî ji bo “pişkinînên Koronavîrusê” biryarên nû daye
Li gorî giştnameyê li cîhên ku welatî lê zêde ne yên weke tax, kolan û bazargeh wê hejmara ekîbên pişkinînê bên zêdekirin. Wesayîtên veguhestinê yên cemawerî û teksî wê bên sekinandin û were kontrolkirin.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî giştnameyek bi sernava “pişkinînên şewba Koronavîrusê” ji walîtiyan re şandiye.
Li gorî giştnameyê ji bo çavdêrî bêtir were kirin li cîhên ku welatî lê zêde ne yên weke tax, kolan û bazargeh wê hejmara ekîbên pişkinînê bên zêdekirin.
Di pişkinînan de derfetên rêveberiyên xwecihî wê bên seferberkirin, bi taybet di pişkinînên kargeh tax/kolanan de dê temamê personelên zabîte bên erkdarkirin.
Di pişkinînan de wesayitên veguhastinê yên cemawerî yên navbajêr û navabajaran digel teksiyan wê bên sekinandin û were kontrolkirin.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.