Fotograf: Zeynep Kuray
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Peymana Stenbolê kirine hedef, rojnameger, wêjenas, nivîskar û helbestvanên jin jî piştgirî dane wan jinên ku îro li bajarên cûda yên Tirkiyeyê çalakiyan lidardixin.
Nivîskar Pinar Kur, Pelîn Batû û Asli Tohûmcû jî di nav de 155 jinan bi danezana ku belavkirine bang kirine û gotine, “Ji tundkariyê re na ji Peymana Stenbolê re erê”
Gengeşiya vekişîna ji peymanê nayê qebûlkirin
Di danezanê de weha hatiye gotin:
“Em, dibin şahid ku zimanê civak bi kar tîne roj bi roj ber bi cihekî ve dihere ku tûndkarî zêde dibe û cudaxwazî hikum dike. Bûyerên mîna taciz, destdirêjî û kuştinê her roj zêde dibin û daxwaza civakeka bê tûndkarî parçe parçe dibe. Di qonaxeka weha da ne gengaz e em bêdeng bimînin!”
“Ev neh sal in, ligel ku em yek ji wan welatan in ku Peymana Stenbolê îmze kirîye; qisûr û valahîyên di pratîkê da kir ku qetla jina veguheze şewbekê.”
“Bi nîqaşên li ser peymanê ra, di “Jimarkera Abîdeyî” da jimara tuxleyên ku jinên kuştî temsil dike bilez zêde dibe û dîwarê mirinê her bilind dibe. Lewra kesên ku jinan dikujin û zarokan îstismar dikin di wê bawerîyê da ne ku bi awayekî qanûnî dê wê cezayê nestînin ku ew heq dikin. Ji ber ku mieyîdeyên civakî û dadmendî tune ne tacizê, destdirêjîyê û kuştinê didomînin; ji rûxandinê têr nabin.
Peymanê cîbicî bikin
“Wekheviya zayendî a civakî ji bo ku di civakê de bibe şêwazekî jîyanê divê peymana ku di sala 2011an de hatiye îmze kirin, bi her awayî were cîbicî kirin. îro gengeşiya vekişîna ji paymanê nayê qebûl kirin. Em di bin mêrantiya serdest û di bin êrişên mêran de nikarin bijîn, biafrînin û em nikarin bibin wek xwe.”
155 jin
Adalet Çavdar, Arife Kalender, Arzu Uçar, Aslı Ilgın Kopuz, Aslı Perker, Aslı Serin, Aslı Tohumcu, Aslıhan Tüylüoğlu, Ayça Erkol, Ayla Kutlu, Ayşe Sarısayın, Ayşegül Tozeren, Ayşen Işık, Ayşen Şahin, Ayşen Uysal, Belma Fırat, Beste Naz Karaca, Bedia Ceylan Güzelce, Betül Dünder, Birgül Oğuz, Buket Uzuner, Burcu Yılmaz, Cevahir Bedel, Çağla Çinili, Çağla Meknuze, Defne Suman, Deniz Durukan, Derya Sürekli, Didem Gülçin Erdem, Dilek Özkan, Ebru Nihan Celkan, Elif Karık, Emel İrtem, Emel Kaya, Emek Erez, Emine Ayhan, Erendiz Atasü, Eylem Ata Güleç, Eylem Durukan, Eylem Te, Ezgi Örnek, Ezgi Polat, Faize Özdemirciler, Fatma Aras, Figen Alkaç, Figen Şakacı, Filiz Aygündüz, Filiz Türköz, Funda Dörtkaş, Gamze Arslan, Gonca Özmen, Gönül Kıvılcım, Gül Abus Semerci, Gülce Başer, Gülçin Sahilli, Gülseli İnal, Gülümser Çankaya, Gülsüm Cengiz, Gülşah Elikbank, Gülşen Karakadıoğlu, Güzin Ayan, Hacer Yeni, Hande Öğüt, Hanife Altun, Hatice Kübra Öktem, Hatice Meryem, Hicran Aslan, Hilal Karahan, Hülya Deniz Ünal, Hülya Soyşekerci, Irmak Zileli, İnci Aral, İnci Aydın Çolak, İnci Gürbüzatik, İrem Uzunhasanoğlu, Jale Özata Dirlikyapan, Jale Sancak, Janset Karavin, Karin Karakaşlı, Latife Tekin, Makbule Cengiz, Mavisel Yener, Mehtap Ceyran, Mehtap Meral, Mehveş Demirer, Mehveş Evin, Melike İnci, Meral Saklıyan, Melike Belkıs Aydın, Menekşe Toprak, Meryem Coşkunca, Mevsim Yenice, M. Utku Yeşilöz, Müge İplikçi, Naifa Akdeniz, Naile Dire, Nalan Kurunç, Nalan Çelik, Narin Yükler, Nazlı Karabıyıkoğlu, Necmiye Alpay, Neriman Ağaoğlu, Nermin Yıldırım, Neslihan Önderoğlu, Neslihan Yalman, Nesrin Kültür, Neşe Yaşın, Nihal Başgöl, Nilay Özer, Nilüfer Açıkalın, Nur Saka, Nuray Önoğlu, Nurhan Suerdem, Onur Bütün, Oylum Yılmaz, Özge Mumcu Aybars, Özlem Ersoy, Özlem Müldür, Özlem Sezer, Özlem Özdemir, Pelin Batu, Pelin Durukan, Pelin Özer, Petek Sinem Dulun, Pınar Kür, Senem Timuroğlu, Seran Demiral, Sevcan Tiftik, Sevgi Özel, Sevin Okyay, Sevtap Ayyıldız, Sibel Oral, Sibel Öz, Sibel Yükler, Sinem Sal, Şengül Can, Tekgül Arı, Tuba Bozkurt, Umay Umay, Vivet Kanetti Uluç, Yaprak D. Yıldırım, Yaşar Seyman, Yelda Karataş, Yıldız İlhan, Zeliha B. Cenkçi, Zerrin Saral, Zerrin Taşpınar, Zeynep Altıok, Zeynep Avcı, Zeynep Oral, Zeynep Tuğçe Karadağ, Tuğçe Tatari, Zeynep Köylü, Zeynep Uzunbay, Zülal Kalkandelen. (EMK/AY)